• Thursday, 19 February 2026
logo

Nûnerekî mesîhiyên Kurdistanê: Heşda Şeibî zilmê li mesîhiyan dike

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Nûnerekî mesîhiyên Kurdistanê: Heşda Şeibî zilmê li mesîhiyan dike
Endamekî mesîhî yê encumena parêzgeha Duhokê dibêje, çekdarên Heşda Şeibî li deşta Neynewa zilm û zorê li mesîhiyan dikin.

Endamê mesîhî yê encumena Duhokê Lînos Udîşo ji BasNewsê re got, piraniya mesîhiyên Iraqê li deşta Neynewa dijîn. Beşek mezin ji deşta Neynewa niha ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin. Rewşa mesîhiyan li wê deverê gelekî xirab e ji ber ku milîsên Heşda Şeibî zilm û zorê li wan dikin.

Lînos Udîşo her wiha got, rewşa mesîhiyên bajarokê Tilkêfê gelekî xirab e. Gelek ji wan koçber bûne û nikarin vegerin bajarê xwe. Yên ku li bajêr jî mane rastî zilm û zordariya Heşda Şeibî tên.

Wî endamê mesîhî yê encumena Duhokê da zanîn ku mesîhiyan bi rêya qeşe û dêrên xwe, rewşa xwe ji NY û dezgehên navdewletî re gotine û daxwaza alîkariyê ji wan kirine.

Basnews
Top