Sekreterê Yekgirtû: Tirkiye ji referandûmê agahdar ba dê alîkarî daba Kurdistanê
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selaheddîn Behaeddîn, hefteya borî seredana Tirkiyê kir û ji bo asayîkirina têkiliyên Herêma Kurdistan û Tirkiyê bi çend berpirsan re hevdîtin kir.
Behaeddîn derbarê serdan û hevdîtinên xwe de ji Ajansa Anadolş re axivî û diyar kir ku ew ji pêşerojê geşbîn e û hêvî dike ku têkiliyên herdu aliyan baştir bibin. Herwiha got berjewendiyên Herêma Kurdistanê ne di wê yekê de ne dostaniya digel Tirkiyê têk bide.
Sekreterê Yekgirtû derbarê serdana xwe de got: “Serdana Tirkiyê û welatên cîran tiştekî sirûştî ye, bi taybetî jî di vê rewşê de ku têkilî hinekî hatine birrîn. Ev yek jî ji ber fikar û aloziyên piştî referandûmê çêbûne. Pêwîstî bi aramkirin û asayîkirinê heye. Em jî wek hêzeke siyasî û beşdarî pêvajoya siyasî hewl didin ku rola xwe bilîzin. Bi vê mebestê jî me bi aliyên peywendîdar ên hikûmet û partiyên Tirkiyê re têkilî danîn."
Derbarê naveroka hevdîtinan digel aliyên Tirkiyê Selaheddîn Behaeddîn wiha axivî:
"Bêguman fikarên wan hene, gelekî bi fikar in. Tirkiyê li hêviya wê yekê nebû ku li Herêma Kurdistanê tiştekî ew qasî mezin bêyî şêwirîna li gel wan were kirin. Fikara wan jî zêdetir ew bû ku digel wan nehatiye şêwirîn. Agahiya wan ji referandûmê çênebûye û ji ragihandinê bihîstine. Me jî got, heta astekî ev tişt rast e. Qebareya mijarê ne biçûk bû lê ji qalibê hat derxistin û hat mezinkirin. Ev mijareke navxweyî ye. Eger zanîbûna belkî dê arîkarî jî kiribana. Gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî têkiliyên asayî ne li gel Tirkiyê. Herwiha bawer dikin ku divê asayî bibe. Tirkiye welatekî mezin ê herêmê ye. Hejmareke zêde yê Kurdên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê xizm û nasên hev in. Ji ber vê yekê jî divê têkilî asayî bibin."
Selaheddîn Behaeddîn li ser pêşeroja têkiliyan nirxandina xwe wiha kir:
"Heta astekî ez geşbîn im. Bêguman jihev fêmkirin û vegotin pêwîst e. Divê pirsgirêk ne ji dûr, ji nêzîk ve werin zelalkirin. Lewma ez ji pêşerojê geşbîn im ku têkiliyên ji bo nirxandina kêşe û astengiyan werin kirin. Hinek mijar hene ku mumkin e ne di şiyana Herêma Kurdistanê de bin ku çareser bibin. Me di hevdîtinan de gumanên baş û hêviya pêşerojê geş dît."
Bahaeddîn ji ber alîkariyên Tirkiyê yên di dema erdhejê de spasî kir û got, ku Tirkiyê helwesta xwe ya li hember hikûmetê li dijî welatiyên Kurdistanê nemeşandiye û piştî erdhejhê jî yekemîn welat bûye, ku alîkarî gihandiye Kurdistanê. Herwiha amaje bi wê yekê kir, ku Tirkiye her weke Îranê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê pir giring in.
Selaheddîn Behaeddîn herwiha got: “Eger Tirkiye û Îran ji ber referandûmê bi fikar bin, ew jê bêagah bin û yan hesabê wan nayê kirin, ev li ciyê xwe xwe ye. Mumkin e ku gotinên me li ser daxuyaniyên wan hebin ku heta astekî ji hedê xwe zêdetir bibinn. Lê divê em vê jî bînin bîra xwe ku Tirkiyê ji qencî û mirovatiya xwe tevdîrên pratîkî li hemberî Herêma Kurdistanê nedane ber xwe. Ev qenciya Tirkiyê tê tomarkirin. Sekinandina geştên esmanî jî ji aliyê desthilata firokevanî ya Iraqê bû. Tirkiyê deriyên xwe negirtin û gavên din jî neavêt. Ev cihê nirxandinê ye. Tirkiyê hest bi mirovî û dostaniyê kiriye û zext li ser gelê Kurdistanê çênekirin. Herçend gilî li helwesta hikûmet û siyasiyan hebe jî baca wê millet nedaye.”
Derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selaheddîn Behaeddîn diyar kir: "Em rêzê ji biryara dadgehê re digirin, lê divê mijara referandûmê bi awayekî din were nirxandin. Nabe encamên referandûmê werin hilweşandin. Hikûmetê jî ragihand ku dê encamên referandûmê bicemidîne. Me pirsek ji gel kir û bersiva xwe wergirt. Biryara dadgehê jî ne destûrî ye. Di destûrê de behsa referandûmê nayê kirin. Lewma jî referandûm raste."
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selaheddîn Behaeddîn derbarê Kerkûk û herêmên Kurdistanî jî wiha axivî:
"Kerkûk ji aliyê nîştecih û pêkhateyan ve bajarê birayetî û bihevre jiyanê ye. Baweriya me ew e ku divê hemû pêkhate beşdar bin di rêveberiyê de. Madeya 140 yek ji wan maddeyane ku divêya 2007an temam bûbûya. Lê niha 2017 ye û temam nebûye. Bicih nekirina vê madeyê zirareke mezin daye pêbaweriya destûrê. Ji aliyekî din ve jî Kurd bê hêvî kirin. Ev yek ji xalên serekî yên mijarê ye. Niha jî eger Herêm bo guftûgoyê amade be divê Iraq jî amade be."
Rudaw
