• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Sirbya: Gelê Kurdistan şerê hovtirîn rêxistiya teroristî kiriye

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Serokê Sirbya: Gelê Kurdistan şerê hovtirîn rêxistiya teroristî kiriye
Serokê Sirbya Elksander Votjîtij ragihand, gelê Kurdistan gellekî şoreşgir e û şerê hovtirîn rêxistiya teroristî cîhanî kiriye û got: "Deriyê dostaniya welatê wî li pêşya Herêma Kurdistan vekirî ye."

Di dîdareke fermî de, di navbera serokê Sirbya Elksander Votjîtij û cîgirê serokê ciwanên siyasî yên cîhanê Felah Hesen, behsa dostatiya Komara Sirbya û Herêma Kurdistan hat kirin.

Felah Hesen ku xortekî Kurdistana Başûr e, ji bo karên ciwanên siyasî yên cîhanê serdana paytexta Sirbya Belgrade kir û ragihand: "Serokê Sirbya ji min re got: Hûn gellekî şoreşgir in û xwedî xebat in û we şerê hovtirîn rêxistiya teroristî cîhanî kiriye. Deriyê dostaniya welatê me li pêşya gelê Herêma Kurdistanê vekirî ye".

Felah Hesen got jî: "Min daxwaz ji serokê Sirbya kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bike û kunsulxane yan nûneratiya welatê xwe li Kurdistanê veke, da pêwendiyên herdu aliyan bihêz bibin û pêş bikevin û bikaribin bazirganiyê di navbera herdu welatan de destpê bikin û civînê fermî di navbera herdu aliyan de hebin".

Ji aliyê xwe ve serokê Sirbya ji wî xortê Kurd re got: "Em kêfxweş dibin bi çêkirin û bihêzkirina pêwendiyan di navbera Sirbya û Herêma Kurdistanê de."

K24
Top