• Thursday, 19 February 2026
logo

Zanayekî ereb: Bila welatên erebî bi Îsraîl û Amerîka re li dijî Îranê tifaq bikin

Gulan Media December 3, 2017 Nûçe
Zanayekî ereb: Bila welatên erebî bi Îsraîl û Amerîka re li dijî Îranê tifaq bikin
Zanayekî ereb dibêje, divê welatên erebî piştevaniya çalakiyên Îsraîl û Amerîka yên li dijî Îranê bikin.

Zana û nivîskarê Kuwêtî Ebdullah Hedlaq ji televîzyoneka Kuwêtî re gotiye, ew warê ku niha dewleta Îsraîl li ser hatiye avakirin, ji mêjve welatê cihûyan bûye û ti kes nikare bêje ji Îsraîl re bêje dagîrker. Jixwe dema cihû li wir dijiyan welatek bi navê Filistînê nebû da ku dagîr bikin!

Ebdullah Hedlaq her wiha gotiye, divê welatên erebî piştevaniya Îsraîl bikin, jixwe welatên ku hebûna Îsraîl qebûl nakin, xwedan sîstemeka dîktatorî ne.

Wî zanayê ereb ji welatên erebî xwastiye piştevaniya çalakî û hewlên Amerîka û Îsraîl bikin li dijî Îranê û gotiye, bila ereb û Amerîka û Îsraîl tifaqê bikin û Hizbullaha Lubnanê ji nav bibin.

Basnews
Top