Sûriyê hûrgiliyên êrîşa Îsraîlê ya ser binkeya Îranê aşkera kir!
Li gor zanyariyên hatin belav kirin îro 02.12.2017ê balefirên şer ên Îsraîlê çend mûşek avêtin binkeyek leşkerî yê Îranê yê nêzîk paytexta Sûriyê Şamê.
Ajansa Sana ya fermî ya Sûriyê belav kir, ku Îsraîlê bi mûşekan demjimêr 12:30ê û îro ber bi sibê ve ji erdê ve mûşek avêtine binkeyê leşkerî yê Îranê û ziyanê maddî geheştiye binkeyê Îranê yê leşkeri.
Ajansa Sûrî amaje bi vê yekê kir, ku artêşa welatê wan bi çend mûşekan, mûşekên Îsraîlê teqandine û du mûşekên wan jî di hewa de teqandine.
Basnews
