• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Parlamentoya Îsraîlê ji bo kurdan projeyasayek hat pêşkeş kirin

Gulan Media December 2, 2017 Nûçe
Li Parlamentoya Îsraîlê ji bo kurdan projeyasayek hat pêşkeş kirin
Proje Kurdistan ji Îraqê cuda dike û behsa her sê beşên din yên Kurdistanê dike.

Parlamenterekî Îsraîlê ji bo parlamentoya wî welatî projeyasayek amade kir û di wê projeyasayê de xwest ku cudahiyê têxe navbera Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Rojhilata Navîn.

Parlamentera Parlamentoya Îsraîlê Ksenia Svetlova ji bo parlamentoya welatê xwe projeyasayek amade kir û di wê projeyasayê de xwest karên Îsraîliyên ku dixwazin ji bo bazirganî an jî karên akademîk biçin herêmên di bin kontrola kurdan de, were hêsankirin.

Di projeyasayê de Herêma Kurdistanê û herêmên din ên kurdan ji hevdu nehat cudakirin lê çapemeniya Îsraîlê ragihand ku ev projeyasa niha tenê ji bo Herêma Kurdistanê derbas dibe û di siberojê de di projeyasayê de dibe guhertin werin kirin.

Ligel vê yekê hat gotin ku ev projeyasa di heman demê de Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda qebûl dike û ji nava "welatên dijmin" derdixe. Tê payîn ku di hefteyên pêş de ev projeyasa li Parlamentoya Îsraîlê were nîqaşkirin û piştgiriya hikûmet û mixalefetê were qebûlkirin.

Top