• Thursday, 19 February 2026
logo

Hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe

Gulan Media December 1, 2017 Nûçe
Hilbijartin li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe
Li Bakurê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) hilbijartinên encûmenên şaredariyê bi rê ve diçin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, ji bo dengdanê hezar û 285 binkeyên dengdanê li li her sê herêman Cizîr, Efrîn û Kobanê hatine danîn û zêdetir ji 10 hezar çavdêrên navxweyî û biyanî çavdêriya proseya dengdanê dikin.




Li gor zanyariyên Komisyona Hilbijartinan li Bakurê Sûriyê zêdetir ji 5 hezar û 700 kesî xwe ji bo encûmenên şaredariyê yên gund, bajarok û bajaran berbijêr kirine.

Hilbijartin ji herêmên Cizîre (Heseke û Qamişlo) herêma Ferêt (Kobanê û Girê Spî) herêma Efrînê û Minbicê bi rê ve diçin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ev hilbijartin baykot kiriye û dibêje, Rêveberiya Xweser desthilateke ne rewa ye û ew danpêdanê bi hilbijartinên wan nakin.

K24
Top