• Thursday, 19 February 2026
logo

Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir

Gulan Media December 1, 2017 Nûçe
Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
Li gorî rojnameya Reî ya Urdinê Qral Ebdulah di serdana xwe ya Amerîkayê de behsa pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye.

Rojnameya Reî di nûçeya xwe got: "Qralê Urdinê Ebdulah di serdana xwe ya Amerîkayê de li avahiya Kongreyê bi serokê encûmena nûneran û hin kongresmanan re hevdîtinek pêk anî û di civînê de behsa çawaniya aramiya herêm û çareseriya pirsgirêka Hewlêr û Bexdayê kiriye.

Li gorî rojnameyê, Qral Ebdulah ji xeyrî çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê derbarê qirîza Sûriyeyê û şerê li dijî terorê jî ligel rayedarên amerîkî axiviye.

Top