• Thursday, 19 February 2026
logo

Theresa May daxwaz ji Herêm û Bexdayê kir danûstanan dest pê biken

Gulan Media November 30, 2017 Nûçe
Theresa May daxwaz ji Herêm û Bexdayê kir danûstanan dest pê biken
Serokwezîra Brîtanyayê îro bi seredanekê gehişt Bexdayê û di gel Heyder ‘Ebadî serokwezîrên Îraqê civîya.

Îro Theresa May serokwezîra Brîtanyyêa gehişt Bexdayê û piştî civîna di gel Heyder ‘Ebadî serokwezîrên Îraqê pirêskonferansek sazkir û Theresa May têda hana herêma Kurdistanê da ji bo danûstanan û daxwaz ji herêmê û Bexda kir danûstanan dest pê biken.
Di hember da Heyder ‘Ebadî diyarkir peywendîyên Îraq û Brîtanya dibaşin bi taybetî ji rûyê rûbrûna terorê ve û got jî DAIŞ ji alîyê serbazî ve li Îraqê bi dawîy hatîye.
Tê çaverêkirin Theresa May hevdîtinê di gel hejmareka din ya berpirsên bilindên Îraqê bike rewşa sîyasî û emnî ya dever ê û Îraqê dê tewerên serekî yên hevdîtnan bin.
Serokwezîra Brîtanya bi seredanekê li rojhelata navîne û peyivdarê wê eşkera kirbû, ev seredane diyardike ku Brîtanya rijde paşerojeka baş û cihê bawerê ji bo xwe li cîhanê dirust bike li wî demê ji Yekîtîya Ewropa derdikeve ev dibe yekem seredana Theresa May ji bo Îraqê piştî dest bikarbûna wê wek serokwezîra Brîtanya

waar.tv
Top