Serok eşîrekî Ereb wefadariya xwe bo Kurdistanê diyar dike
Serokê eşîrên erebên deşta Neynewayê Şêx Mizahim Ehmed Elhewît bo diyar kirina wefadariya xwe bo Kurdistan û qehremaniya hêzên pêşmerge, navê keça xwe kir Kurdistan.
Şêx Mizahim Ehmed Elhewît yek ji wan Serok eşîrên erebe ku her tim piştgîriya siyasetên Serok Barzanî kiriye û rêzdariya xwe bo hêzên pêşmerge diyar kiriye.
