Heşda Şeibî: Amerîka pilana kuştina serkirdeyên me daniye
Fermandeyekî Heşda Şeibî bi navê Cebar El Emûrî ragihandiye, Amerîka ji ber ku Heşda Şeibî nehîşt Iraq were parçekirin, gelekî hêrs bûye ji ber wê jî dixwaze serkirde û mezinên wê bikuje.
El Emûrî daye zanîn ku Amerîka pilana kuştina serkirdeyên Heşda Şeibî daniye û dixwaze wê pilanê bi alîkariya hinek welatên erebî bicîh bîne.
Amerîka hinek grûpên Heşda Şeibî xistiye lîsteya terorê. Yek ji diyartirîn serkirdeyê Heşda Şeibî ku di lîsteya terorê ya Amerîka de ye, cîgirê berpirsê giştî yê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis e ku peyayê Îranê ye.
Heşda Şeibî versiyona Iraqî ya hêza Besîc ya Îranê ye ku sala 2014 bi fetwaya mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hat avakirin lê niha bi temamî di bin kontrola Îranê de ye.
Basnews
