• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Çînê peyamek bo Kurdistanê

Gulan Media November 28, 2017 Nûçe
Ji Çînê peyamek bo Kurdistanê
Wezîrê Derve yê Çînê bi rêya Konsulê Giştî yê welatê xwe, peyameke ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û daxwaz kir ku li ser bingeha destûra Iraqê, pirsgirêk werin çareserkirin.

Îro 28ê Mijdara 2017an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê yê li Herêma Kurdistanê Tan Banglin û şanda li gel wî kir.

Li gor ragihandina Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Çînê Wang Ye Ho di peyama xwe de hêviya xwe aniye ziman ku aramiya van demên dawî ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûye were parastin û diyar kiriye, ku ji aloziyê dûr, bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê, pirsgirêk werin çareserkirin û mafên hemû pêkhateyan werin garantîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanîn ji bo nameyê spasiya Wezîrê Derve û Konsulê Giştî yê Çînê kir ku “bi awayekî herî baş hewl dane peywendiyên navbera Hewlêr û Pekînê were pêşxistin.”

Nêçîrvan Barzanî bal kişandiye ser wê yekê, ku ew daxwaz dikin pewendiyên xurt ên Herêma Kurdistanê û Çînê hebin, bi taybetî jî di warê veberhênanê de.

Barzanî tekezî li ser wê jî kiriye ku “Herêma Kurdistanê her dem amade bûye ji bo gotûbêj û diyaloga cidî ya li ser bingeha destûrê li gel Bexdayê û ji bo ku alozî cardin dubare nebin hewldanên cidî didin.”

Rudaw
Top