• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka dê li ser piştgirîya Kurdên rojava berdewam be

Gulan Media November 28, 2017 Nûçe
Amerîka dê li ser piştgirîya Kurdên rojava berdewam be
Amerîka daxwazîya Tirkiyê ya ragirtina piştevanîyan ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê ret kir û wezareta bergirîya Amerîka îro ragihand; Piştevanî ji bo Kurdan di çarçûveyê şerrê dijî DAIŞê da dê berdewam bin.
Êrîk Pahon peyivdarê pintagonê îro ragihand; Amerîka ji bo demekê kem alîkarî ji hevalbendên xwe yên Kurd li Sûrîyê ragirtibûn ragirtina wan ji bo dubare pêdaçûnê di çewanîya veguhastina çekan da û herwesa diyarkirina pêwîstîyên şerrî bû û li gorî pêwîstîyan dê piştevanî hebe .
Ji alîyê xwe ve Sara Sanderz peyivdara kuçka spî ragihand: Alîkaryên leşkerî ji bo YPGê û HSDê dê li gorî qonaxa niha be ku astê dijwarîya şerê dijî DAIŞê kemtir bûye û ger piştevanîya leşkerî bê ragirtin jî ramana wê ew nîne ku hemî piştevanî û alîkarî ji bo wan hêzan bê ragirtin.
Top