• Thursday, 19 February 2026
logo

Bereya Tirkmenî ji Fûad Mehsûm re: Em rola te ya li Kerkûkê qebûl nakin

Gulan Media November 28, 2017 Nûçe
Bereya Tirkmenî ji Fûad Mehsûm re: Em rola te ya li Kerkûkê qebûl nakin
Bereya Tirkmenî ya Iraqê ragihand, daxuyaniyên Serokomarê Iraqê yên derbarê Kerkûk û Madeya 140 de bi alîgiriya hizbî ne û ew bi hemû awayî qebûl nakin Fûad Mehsûm di çareserkirina pirsgirêkan de rol bilîze.

Bereya Tirkmenî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Fûad Mehsûm serokê hemû iraqiyan e ne ku ya partiyekê yan jî neteweyekê. Daxuyaniyên wî yên, ku dibêje cîbicî nekirina Madeya 140 bûye sedema paşve xistina hilbijartinan di demekê de ye, ku xelkê Kerkûkê di 14 salên derbasbûyî de di destê fermanrewatiyekê dinale, ku ti ciyawaziya wê fermanrewatiyê bi hikmê Beesa Saddam nebûye. Bi guhertina demografiyê, hejmara nîştecihên Kerkûkê ji 850 hezaran derketiye milyonek 650 hezar kesan.”

Bereya Tirkmenî herwiha partiyên Kurdî yên Kerkûkê jî tometbar dike û dibêje: “Em xelekên kuştin, terorkirin û revandinên di vê heyama reş a dîroka Kekrûkê de tînin bîra Serokomarê Iraqê, ku nîştecihên Kerkûkê ji aliyê dezgehên daplosîner ên partiyên Kurdî ve rûbirûyê van kiryaran bûne.”

Di daxuyaniya xwe de Bereya Tirkmenî diyar dike: “Piştî daxuyaniyên birêz Fûad Mehsûm em bi hemû awayî red dikin, ku di çareserkirina pirsgirêka navçeyên têkelbûyî de rol bilîze.”

Herwiha Bereya Tirkmenî daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê dikin, ku jûrekî operasyona taybet pêk bîne û li gel berpirsên peywendîdar hevdîtinan bike û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kekrûkê derfeta diyalogê saz bike.

Biryare Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, roja Duşemê, 27-11-2017 serdana Kerkûkê bike.

Fûad Mehsûm li Debaşanê li ser gora Celal Talebanî, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandibû: “Bêguman nabe mijara Kerkûkê bi ti awayî ji bîr bikin. Buhayeke Kerkûkê heye. Çi li vir, çi li Hewlêr û çi jî li Bexdayê, ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê ezê desthilata xwe bikar bînim. Divê Kerkûk vegere ser sirûşta xwe.”

Rudaw
Top