YNK: Dê biryarên nedestûrî ên li dijî Herêmê bên helweşandin
Se’dî Ehmed Pîre ji bo dengê Amerîka got: Piştî rûdanên 16î cotmehê Bexda bi rêya parlemantoy û civata wezîran jimareyeka biryaran li dijî herêma Kurdistanê derxistin ku hind ji wan biryaran li dijî destûrê Îraqê ne lew serokkomarî lijneyeka taybetmend pêkaînîye û piştî helsengandina wan biryaran, dadgeha destûrî dê hemû biryarên ne destûrî ên li dijî herêmê bi helweşîne.
Got jî: Biryarên serokkomarê Îraqê ne tenê hind biryarên asayî ne, belku ji rûyê nêvdewletî ve senga xwe heye û piştî dîyarbûna encamên wê lijnê, êdî Îraq nikare wek êxsîra şerî serederîyê di gel herêmê bike.
Waar.tv
