Li Rojavayê Kurdistanê kantoneke din hatê ragihandin
Encûmena Rêveberiya Navçeyên Şehbayê di daxuyaniyekê de bi awayekî fermî damezrandina “Kantona Şehba” ragihand. Ev kanton li ser biryara Encûmena Federasyona Bakurê Sûriyê hate ragihandin, ku TEV-DEMê ava kiriye.
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Encûmena Rêveberiya Navçeyên Şehbayê Subhî Xelîl ve hate xwendin.
Berdevkê Encûmena Rêveberiya Navçeyên Şehbayê Subhî Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Piştî rizgarkirina beşeke ji navçeya Şehbayê ji çekdar û teroristan, Encûmena Birêvebirina devera Şehbayê hate damezrandin. Zêdetirî salekê ye ku xelkên Şehba û ji hemû pêkhatan, Kurd, Ereb û Tirkimen deverên xwe birêve dibin. Ji tevaya xelkên navçeyê û ji gelên bakurê Sûryê re damezrandina kantona Şehbayê radighînin.”
Roja 27 Tîrmeha 2017ê li bajarê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê Federasyona Bakurê Sûriyê hate ragihandin, ku li gorî biryarên vê civînê, Kantona Şehbayê ser bi Herêma Efrînê ye. Kantona Şehbayê jî weke herêmeke federal, li kêleka herdu herêmên Ferat û Cizîrê, hatiye binavkirin.
rudaw
