• Friday, 20 February 2026
logo

Zêbarî û konsolê giştî yê Amerîka behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê kirin

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
Zêbarî û konsolê giştî yê Amerîka behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê kirin
Endamê Encumena Bilind ya Referandoma serxwebûna Kurdistanê Hoşyar Zêbarî ragihand ku bi konsolê giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Ken Gross re li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê gotûbêj kiriye.

Hoşyar Zêbarî, ku di heman demê de endamê Polîtburoya PDKê ye jî, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku duh li Hewlêrê pêşwazî li konsolê giştî yê Amerîka li Hewlêrê Ken Gross kiriye û bi wî re behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê her wiha çûyîna şanda Encumena Bilind ya Referandomê bo Bexdayê kiriye.

Şanda Kurdistanê ya ku dê bo referandomê serdana Bexdayê bike, hatiye destnîşankirin lê nayê zanîn dê kengê biçe.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî gotiye ku ew amade ne pêşwazî li şanda Kurdistanê bikin.

Basnews
Top