• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî: Îraq welatekê parçekirîye û ti serwerîyek nîne

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
Barzanî: Îraq welatekê parçekirîye û ti serwerîyek nîne
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand; Îraq welatekê parçekirîye û ti serweryek nîne û hoşdarî jî da ku ew bi ti rengan rê naden Mîlîşyatên Şî’î bên ser axa Herêma Kurdistanê.
Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneka rojnameya Heyat a Lendenî da ragihand; Şerê taîfî û binpêkirina distûr û hevpişikîyê li Îraqê berdewame û dewleta Îraqê ti serweryek nîne û Herêma Kurdistanê jî jivê yekê berpirsyar nîne, lew Referandom biryareka hetimye û vegeryan jê nîne û ev biryar Îraqê parçenake ji berku di binyat da Îraq welatekê parçekirîye.
Serok Barzanî da zanîn ku gelê Kurdistanê ezmûna şikestî a 100 salên bûrî di gel îÎraqê dûbare nake û niha karê wan ê destipêkî, dîtina şêwazekê nûyê peywendîyane di gel Îraqê.
Derbarey Mîlîşyatên Şî’î jî Serok Barzanî got: Bi ti rengan rê naden Heşda Şe’bî bêt ser axa Kurdistanê, lê ger şerr li ser Herêmê hat ferizkirin, mafekê siroştîye gelê Kurdistanê bergiryê ji xwe bike.

Waar.tv
Top