• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî: Em dikarin bi Kurdistanê re li ser her tiştî gotûbêjan bikin

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
Ebadî: Em dikarin bi Kurdistanê re li ser her tiştî gotûbêjan bikin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ew pêşwazî li serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê dikin, bi mercekê ku gotûbêj di çarçoveya desthilatên hikûmeta federalî de be.

Êvariya îro sêşembî 8ê Tebaxa 2017ê, Heyde Ebadî di konfransa xwe ya rojnamevanî ya heftane de cardin li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Referanduma Herêma Kurdistanê mijarekî aşkere ye, hemû alî behsa wê dikin û ji ti kesî re tiştekî veşartî nîne. Hinek ji welatiyan jî piştevaniya encamdana referandumê dikin.”

Ebadî da xuyakirin: “Em dikarin li gel şanda Herêma Kurdistanê gotûbêjê li ser her mijarekê bikin, ya giring ev e ku em çawan bikarin ber bi pêş ve pêngavan bihavêjin. Hikûmeta Iraqê desthilatên wê diyar in, ku çi ne û cudabûna beşek ji Iraqê di desthilata me de nîne.”

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser yekparçeyiya axa Iraqê kir û diyar kir: “Bi piştevaniya xwedê helwesta me di paşerojê de naguhere û em rijdin li ser yekîtiya xaka Iraqê.”

Piştî pêkanîna şandana danûstandinkar ji aliyê Kurdistanê ve bo gotûbêjkirina referandumê bi Bexdayê re, ew sand îro ji bo diyarkirina acendaya serdana bo Bexdayê civiya û biryar da, ku heftiya dahatî serdana Bexdayê were kirin.

Li aliyekî din, Komîteya Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê, Iraq agahdar kiriye, ku dê şandeke Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê, ku biryar e serdana Bexdayê bike, ji her yek ji Roj Nûrî Şawêys, Fuad Hisên, Seidî Ehmed Pîre, Mihemed Ehmed, Macid Osman, Romiyo Hekarî û Viyan Dexîl pêkhatiye.

Rudaw
Top