• Friday, 20 February 2026
logo

YNK û Goran: Ew parlamenterên ji giştpirsiyê re dibêjin Na ne nûnerên me ne

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
YNK û Goran: Ew parlamenterên ji giştpirsiyê re dibêjin Na ne nûnerên me ne
Berovajiyê nêrîna partiyên xwe, 2 parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran beşdarî helmeteke li dijî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ya bi navê “Kampanya Nexêr” bûn. YNK û Goran dibêjin, ew kesên beşdarî vê kampanyê bûne, ne nûnerên wan in.

YNKê herweke partiyên din ên Kurdistanê, bi amadekariyên giştpirsiyê ve mijûl e. Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, beşdarbûna parlamenterê YNKê ya di nava helmeteke li dijî giştpirsiyê de, weke nenaskirina biryara YNKê binav kir.

Mela Bextiyar got: “Helwesta me, helwesta Civata Serkirdetiya YNKê ye, ku hatiye ragihandin. Em li gel giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê ne.”

Her çi qas heta niha Tevgera Goran beşdarî Komîteya Bilind a Referandûmê nebûye lê li dijî nesekiniye. Lewma berpirsiyariya beşdarbûna parlamenterê xwe ya nav Kampanya Nexêr, li xwe nagre.

Endamê Civata Nîştîmanî ya Tevgera Goran Nizar Mehmûd di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Parlamenter Rabûn Mehmûd ne weke parlamenter, weke hemwelatiyekî beşdarî vê kampanyayê bûye û nêrîna Goran ne li bi vî awayî ye.”

Mehmûd diyar kir: “Tevgera Goran ew neşandiye û negotiye here beşdarî kampanyayeke wiha bibe. Ji ber ku eger Goran bixwaze kampanyayeke nexêr çêbike, bi eşkre dike û şerm jî nake.”

Rudaw
Top