Li Dêrsimê 3 gerîlayan canên xwe ji dest dan
Li navçeya Pilemorî devera Mizgefta Sor, di navbera gerîlayên PKK û hêzên Artêşa Tirkiyê de şeva bihurî şer derket. Şer û pevçûnê heta demjimêr 4'ê sibê berdewam kir.
Helîkopterên kobra jî dever bi demjimêran bombebaran kirin. Parêzgarê Dêrsimê Tuncel Soyel da xuyakirin, di pevçûnan de 3 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dane, ku 2 ji wan jin in û yek jî berpirsekî bilind yê PKK ye.
Ji çavkaniyên PKKê derbarê bûyerê de daxuyanî nehate dayîn.
Hat ragihandin, di pevçûnên gundê Şapatanê Şemzînanê de herî kêm 6 polîsên operasyonên taybet ên Tirkiyê hatine kuştin.
K24
