• Friday, 20 February 2026
logo

Xeyrulla Xeyrulla.. Kurd qebûl naken li jêr desthelata Heşda Şe’bî bijîn

Gulan Media August 8, 2017 Nûçe
Xeyrulla Xeyrulla.. Kurd qebûl naken li jêr desthelata Heşda Şe’bî bijîn
Nivîskar û rojnamevanekê bernyas ê ‘Ereb gotarek bi navê Kurd û Serxwebûn û Komkara ‘Erebî belav kir û têda piştevanîya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê diyar kir.
Xeyrulla Xeyrulla nivîskar û mîdyakarê navdarê ‘Ereb ragihand; Lurd qebûl naken li jêr desthelatekê bijîn ku Heşda Şe’bî serkirdatîya wê bike.
Xeyrulla Xeyrulla di gotara xwe da ya li rojnameya El’Ereb belav kirî eşkera kir; Kurd nikarin di gel rijêmekê bijîn Heşda Şe’bî serkirdatîya wê bike pêdivye komkara ‘Erebî jî di wê yekê bigehe.
Ragihand jî; Peyama emîndarê giştîyê komkara ‘Erebî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê siruştî bû lê pêdivî bû emîndarê giştîyê komkara ‘Erebî helwest hemberî cînusayd û karên taîfî li Îraqê derbrî ba, ên mîlîşyatên Heşda Şe’bî li Mûslê encamdan.
Xeyrulla di gotara xwe da got; Referandom encamê bêseruberî û şepirzeyî ya Îraqê ye, encamê çîneka talankar ya welatê xwe xistîye jêr sîbera Îranê, Îranê jî destê xwe danaye ser hemû livîn û sîyasetên Îraqê.

Waar.tv
Top