• Friday, 20 February 2026
logo

Hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê hat paşxistin

Gulan Media August 8, 2017 Nûçe
Hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê hat paşxistin
Parlementoya Iraqê biryar da, hilbijartina Encûmenên Parêzgehên Iraqê ji bo sala bê hat paşxistin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, di civîna parlementoya Iraqê de, biryar hat dayîn ku hilbijartinên Encûmenên Parêzgehên Iraqê ji bo sala bê hat paşxistin.

Herwiha peyamnêrê K24ê da zanîn jî, li gor wê biryarê, her du hilbijartinên parlementoya Iraqê û encûmenên parêzgehan bi hev re tên birêvenirin.

Biryar bû, di meha Îlona îsal de hilbijartina encûmenên parêzgehan bi rê ve biçûya, lê ji sala bê hate paşxistin.

K24
Top