Sefîn Dizeyî: Pêdiviya me bi rêkeftineke nû li gel Bexdayê ye
Îro 06.08.2017ê berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di civînek çapemeniyê de ragehand ku berê rêkeftina me li gel Bexda hebû. Naha jî pêwîste bi heman awayî rêkeftinek bê kirin. Herwaha pêwîste Iraq ew dorpêçên li ser Îranê li berçav bigre û bibe ezmûn.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa vê yekê jî kir ku naha wezareta darayî û lijneyên taybet li ser senaryoyekê kar dikin, ku bingehê dahat û zêdebûna dahatê ye. Herwaha li ser wan senaryoyên li gel encûmena bilind a krîza darayî jî tê gotûbêj kirin, dawiyê de jî biryarek dê li ser bê dayîn.’’
Sefîn Dizeyî got: Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe dide bo ku jiyan û debara xelkê baştir bibe, herwaha bandora pêşhateyên nayên xwestin li ser herêma Kurdistanê kêmtir bibe.
Nav hatî herwiha got: Komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinê li gel serokwezîr civiyaye û daxwaz û pêwîstiyên xwe ji aliyê teknîk û îdarî û madî ve pêşkeş kiriye û daxwazên wan jî bi erênî hatine pêşwazî kirin.
