HDKA: Di şerê Pîranşarê de herî kêm 4 pasdar hatin kuştin, 2 pêşmerge jî şehîd bûn
Derengiya şeva borî li nêzîkî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera pasdarên Îranê û pêşmergeyên Rojhilatî de şer derket.
Li ser wî şerî, HDKA ragihand ku ew şer li devera “Berê Mîrgan” li nêzîkî Pîranşarê qewimiye.
HDKA daye zanîn ku di wî şerî de herî kêm 4 pasdar hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne, 2 pêşmerge jî şehîd bûne.
Yek ji wan pêşmergeyên ku şehîd bûne, xelkê bajarê Tikabê û yê din jî xelkê bajarê Mehabadê bûye.
Basnews
