• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî: Referandom nabe gef liser tu aliyekî

Gulan Media August 6, 2017 Nûçe
Barzanî: Referandom nabe gef liser tu aliyekî
Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne; Referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê nabe gef li ser ti alîyekî, belku mana rewşê bi awayê niha dê gefeka mezin dirust bike.
Ajansa Kona a Kwêtî ji zarê Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê veguhastîye; Referandoma çaverrêkrîya Herêma Kurdistanê nabe gef li ser ti alîyekî, belku ger rewş bi awayê niha bimîne, dê gefekeka mezin jê dirust be û got: Referandom ji bo parastina gelê Kurdistanê ye ji dubarebûna her karesatekê.
Barzanî got: Dijatîya her yek ji Tirkiyayê û Îranê ji bo Referandomê ji bo wê yekê vedigere ku wan tiris ji gelê Kurd li welatên xwe hene.
Barzanî dupat kirîye; Kurdistan dê bibe fakterê aramyê, peywendîyên wê ên sîyasî û aborî jî dê di gel deverê bihêz bin.
Derbarey helwestê Amerîkayê jî Barzanî dupat kir ku Amerîkayê dijatîya Referandomê nekrîye, belku tenê gotîye ku dem guncaye nîne.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje kir ku Referandom biryara gelê Kurdistanê ye û ew biryar li ser hemû pirsekê tê û ew bi ti awayekî û li bin çi fişarekê dest ji Referandomê bernaden û got: Ezmonên berî niha selmandîne ku divê Herêma Kurdistan û Îraq du cînarên baş bin daku ti giriftên mezintir rûneden.

waar.tv
Top