• Friday, 20 February 2026
logo

Li Ewropa festîvalek bo piştgiriya referandoma Kurdistanê tê birêxistin kirin!

Gulan Media August 6, 2017 Nûçe
Li Ewropa festîvalek bo piştgiriya referandoma Kurdistanê tê birêxistin kirin!
Biryare dawiya vê heftiyê festîvalek mezin bo piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê re bê kirin, yek ji rêxistvanên vê festîvalê jî behsa armanc û bernameya festîvalê dike.

Yek ji çalakvanên civaka sivîl li Ewropa Bêwar Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare dawiya vê mehê li Almanya û Holanda festîvalek mezin bo piştevaniya li referandoma serxwebûnê bê kirin. Di vê festîvalê de gotar dê bên pêşkeş kirin û daxwaza mafê gelê Kurdistanê û serxwebûnê dê bê kirin. Ji naha ve amadekarî hatine temam kirin, ku hemû çîn û alî dikarin beşdarê festîvalê bibin.’’

Herwaha got: ‘’Di vê festîvalê de peyama aştiyê dê ji hemû cîhanê re bê gehandin û parlamentoya Yekitiya Ewropayê jî beşek zêde kurdên li wan deveran re peyvendî li gel wan pêkaniye ku piştevaniyê bikin.’’

Dawiyê de jî got: ‘’Ev festîval bi piştevaniya Yekitiya ciwanên Demokrata Kurdistanê ve tê kirin.’’

Basnews
Top