• Friday, 20 February 2026
logo

Partiyên Yûnanîstanê piştgirî didin giştpirsiya Kurdistanê

Gulan Media August 6, 2017 Nûçe
Partiyên Yûnanîstanê piştgirî didin giştpirsiya Kurdistanê
Cigirê Serokê Partiya Demokrasiya Nû ya Yûnanîstanê Adonis Georgiadis ragihand, ku ew herdem piştgirî didin wan gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin. Georgiadis got: “Mafê kurdan e biryara çarenivîsa xwe bidin.”

Adonis Georgiadis Cîgirê Serokê Partiya Demokrasiya Nû ye û ev partî duyemîn partiya mezin a Yûnansîtanê ye, ku di parlamentoyê de xwediyê 76 kursiyan e.

Gerogiadis ji Rûdawê re got, ku partiya wî bi 76 kursiyan ve dengê xwe dixe pişt dengdêrên Kurdistanê û li gel kurdan ji bo azadiyê dibêjin “erê”.

Adonis Georgiadis ragihand: “Em herdem piştgirî didin wan gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin. Divê em hevkarê parastina aramî û aştiya herêmê bin. Herwiha em rêzê li mafên Iraqê digrin lê bê guman rêzê ji gelê kurd re jî digrin ku mafê wê ye biryara çarenivîsa xwe bide.”

Li Yûnansîtanê mûxalefet û desthilat derbarê kurdan de yekdeng in.

Jean-Daniel Colombani ku bi pileya wezîr, şewirmendê Rêveberiya Koçber û Penaberan e, Herêma Kurdistanê weke mînaka demokrasî û pêkvejiyana Rojhilata Navîn binav dike. Bi nêrîna wî ti welatekî rojavayî dijberiya serxwebûna Kurdistanê nake.

Şewirmendê Rêveberiya Koçber û Penaberan li Yûnanîstanê Jean-Daniel Colombani ji Rûdawê re got: “Hikûmeta Yûnanîstanê, partiya desthilat û hemû partiyênd in piştgiriyê didin giştpirsiyê. Hemû welatên Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û Kanada tev de piştgiriyê didin kurdan. Ji ber ku Kurdistan paşroja Rojhilata Navîn e. Ez bawer nakim, ku li Rojhilata Navîn ti welat bi qasî Îsraîl û Kurdistanê aştîxwaz bin.”

Heta niha jî konsulxaneya Yûnanîstanê li Herêma Kurdistanê nîne lê di sala 2009ê de Yûnanîstanê nûnertiyeke xwe li Hewlêrê vekiriye. Ev nûnertî di bin navê Beşa Karûbarên Aborî û Bazirganî ya Balyozxaneya Yûnanîstanê, karên xwe dike.

Rudaw
Top