• Friday, 20 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ji bo malbata Chris Kochera

Gulan Media August 5, 2017 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ji bo malbata Chris Kochera
Ji bo xanima Edit Kochera

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz û dîrokzan û nivîskarê mezin Chris Kochera gelek xemgîn bûm.

Bi navê xwe û hemû xelkê Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we û kesukar û heval û dostên xwedê jêrazî Chris Kochera dikim.

Ew dostekî mezinê gelê Kurdistanê bû û bi sedema nivîs û kitêb û lêkolînên wî yên di derbarê Kurd û Kurdistanê rolekî mezin li nasandina Kurd bi cîhana derve da hebûye. Chris Kochera naveke herdem li bîranîn û dilê gelê Kurd de dimîne û ked û karên wî yên mezin bi taybetî li ser dîrok û rewşa siyasî û cografya Kurd û her wiha rola we jî wekî hevjîn û hevkarê Chris Kochera bi cîh gihandina kar û berhemên wî cihê pesn û pêzanîne.

Hevbeşê xema we me û ji xweda hêvîdarim sebir û aramiyê bi we bibexşê û ruhê wî şad bê.

Mesûd Barzanî
04.08.2017

Top