Erdogan: Brayê min Bekir Bozdag Kurd e, Kurd!
Erdogan diyarkir ku: “HDP bi şaşîtiya meha Hezîran a 2015an, bû egera mirina 53 kesan. Ma ne hûn nûnerên Kurdan bûn, hûn çima bûn egera mirina wan mirovan? Ev çi kar e? Niha di birêvebiriya hukimeta me de, Partiya me de brayên min ên Kurd hene. Birêz Bekir Kurd e, berdevkê hukimetê ye, Kurd e. Ji ber ku parlementerê Yozgatê ye, bawer nekin ku ne Kurd e, Kurd e, Kurd! Herweha cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek Batmanî ye, Kurd e! Cîgirê min birêz Mehdî Eker Kurd e! Derdê me yê weha tune ye. Serdestî ne bi Kurdbûn an Tirkbûnê ye. Kî nêzîkî Xwedê be, ew serdest e.
K24
