• Friday, 20 February 2026
logo

Li Ormiyê du girtiyên din ên kurd hatin darve kirin!

Gulan Media August 5, 2017 Nûçe
Li Ormiyê du girtiyên din ên kurd hatin darve kirin!
Îro cezayê darve kirinê yê du girtiyên din ên kurd li girtîxaneya navendî ya Ormiyê hat pêkanîn.

Li gor raporta malpera Hengaw îro 05.08.2017ê cezayê darve kirinê yê du hemwelatiyê kurd li girtîxaneya Derya a Ormiyê ji aliyê dezgayê dadweriya Îranê ve hat birêve birin.

Nasnameya wan du girtiyên kurd ên hatin darve kirin waha ye: Seîd Purhurmuzî, kurê Cefer û xelkê Nexede ye. Husên Şahînî xelkê gundê Kosî yê Ormiyê ye. Hat ragehandin ku her du girtiyên kurd ji ber bazirganiya madeyên hişber hatine darve kirin.

Basnews
Top