• Friday, 20 February 2026
logo

Ciwanên Bakûrî bo piştgîriya referandumê heta Hewlêrê dimeşin

Gulan Media August 5, 2017 Nûçe
Ciwanên Bakûrî bo piştgîriya referandumê heta Hewlêrê dimeşin
Ciwanên kurd ji bo piştgiriyê bidin referanduma serxwebûna Kurdistanê dê ji Tirkiyeyê û bajarên Bakûrê Kurdistanê bimeşin Hewlêrê.
Meş bi pêşengiya Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) di 11 Îlonê de dest pê dike û di 23ê Îlonê de li ber Parlamantoya Kurdistanê bi dawî bibe.
Ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê her roj diçe piştgiriya partî û saziyên kurd zêde dibe. Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) ku li bajarên kurdan bi rêxistinkirîne ji bo piştgiriya referanduma serxwebûnê biryara meşek dirêj girt.
Berdevkê CNKê Jiyan Timurtaş ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û di derheqê armanc û naveroka meşê de agahî dan.
Timurtaş diyarkir ku armanca wan ji bo piştgiriya referandumê ye û dixwazin weke kampanyekê tevlî xebatan bibin. Timirtuş anî ziman ku dixwazin bi meşê peyamek bidin kesên ku li dijî referanduma serxwebûnê ne.
Timurtaş ragihand ku meş di 11ê Îlonê de li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl dê destpêbike û di 23 Îlonê de li Hewlêrê li ber Parlamantoya Kurdistanê dê bi dawî bibe.
Timurtaş ev agahî dan: "Ji bilî piştgiriyê em weke xebata kampanyeya referandûmê vê meşe li dardixin û em bi canê xwe li vê biryarê xwedî derdikevin.
Dema meşê navber bi navber dê siyasetmedarên kurd yên navdar jî piştgirî bidin. Em ê bi sed kesî destpêbikin û heta Hewlêrê bimeşin.
Piştî meşê em ê li ber parlamantoyê daxuyanî bidin û referandum bi encam bibe em ê li wir bin."

Top