• Friday, 20 February 2026
logo

Sermayedarên Tirk: Tirkiye nikare deriyê sînor bigre

Gulan Media August 5, 2017 Nûçe
Sermayedarên Tirk: Tirkiye nikare deriyê sînor bigre
Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Bextiyar Mele Ehmed derbarê egera girtina deriyê sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve di dema referandumê de got: Sermayedar û pîşesazên Tirk ji me re gotine ku Tirkiye jiber berejwendiyên xwe nikare deriyê sînor bigire.
Ehmed herwiha diyar kir ku di civînen bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, em ji berpirsên tirk dibihîsin, ku ji ber berjewendiyên kompanyayên xwe, nikarin deriyên sînor bigrin. Herwiha dibêjin, giştpirsî çêbibe jî derî nayên girtin.”
Bextiyar Mele Ehmed diyar kir ku Tirkiye nikare deriyên sînorî yên li gel Kurdistanê bigre. Çimkî aboriya Tirkiyê bi awayekî di bin metirsiyê de ye. Tirkiye hewl dide berhemên navxwe bifiroşe. Eger Herêma Kurdistanê bibe dewlet jî Tirkiye nihkare dest jê berde.”

Top