Nêçîrvan Barzanî: Em ji Bexdayê bê hêvî bûn
Serokwezîr di peyvekê de bi amje bi komkujî û revandina hijmareke zêdeya dayik û keçên Êzidî li devera Şengalê li sala 2014 got Hikûmeta Herêma Kurdistanê hest bi vê azara li ser Êzidiyan û gelê kurdistanê dike û hewlê dide ji azarên wan kêm bike.
Derbarê sedemêm rûdana vê karesatê jî, bi kêm bûna çek û sîstema berevaniyê Pêşmerge maje kir û got her çend ji ber êrişên DAIŞê û berê wê jî derketina Elqaîde hest bi vê metirsiyê kiribîn. Lemwa bi rê yên nihênî hewl dan çek bikirin û sîstema berevaniyê bi hêz bikin. Lê ji ber sedemên siyasî pêşiya wan hate girtin. Sedemeka din jî ev bû ku pênc firqe yên Atreşa Îraqê li Mûsilê ji nişka ve cilên serbazî yên xwe fire dan û reviyan û çekên herî pêşketî bi cih hêlan, ji bo vê yekî ji aliyê DAIŞ bihê kom kirin û êrişên xwe dijî Herêma Kurdistanê bi taybetî li Şengalê bi hêztir bikin.
Serowezîr her wiha got dema terrorist bi çekên pêşketî berev Şengalê hatin, çek û sîstema berevaniya wan gelek ji yên Pêşmerge pêşketîtir bûn. Ji ber ku çekên Pêşmerge kevin bûn û bi wan çekan berevanî ji Şengalê nedihate kirin. Dema ku êrişa grûpa terorîstiya DAIŞê berev Bexdayê û Başûrê Îraqê bû, Atreşa vî welatî di şikistên berdewam da bû û dema ku DAIŞê arasteya êrişên xwe ji bo Şengalî guherî, çi yarmetiyeka bi lez ji bo pêşmerge nehate kirin li hember DAIŞê ku çekên pêşketî hebû û 40% axa Sûriye û 50% axa Îraqê dagîr kiribû, bi na naçarî Çiyayî Şengalê bûye penageha xelkê deverê û pêşmerge, ji ber vê yekê gelek xelk ketin bin destê DAIŞê û hijmarek şervanên deverê û pêşmerge jî şehîd bûn.
Serokwezîr her wiha got kiryara DAIŞê li hember xuşk û bira yên Êzidî cinosayd bû û wijdana mirovahiyê li seranserê cîhanê hejand û bû karesateka din ji bo Êzidî û gelê Kurdistanê, ji ber ku li sed sala bîstan komkujî û tawaneka mezin a revandina dayik û keçên kurdên Êzidî hate kirin.
Ev yeke jî got ku li sala 2003 ji Bexdayê gelek soz bi gelê Kurdistanl hatin dan ku karesatên borî li hember Kurdistanê dubare nabin. Lê tawaneka wek 74. ferman û enfal dubare bû. Lewma li Kurdistanê biryara referandûmê hate dan û gelê Kurdistanê bi rêyeka aştiyane û demokrasî çarenivîsa xwe diyar dike.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got piştî herfandina rejêma Beis, şereka rêkxistî li hember Êzidî, Kirîstiyan û Saibiyan li deverên navîn û başûrî Îraqê destpê kir. Li bajarê Mûsilê 40 Êzidî bi carekê komkuj kirin û li dîv re ji nav birina mezhebî û şerê navbera Şîe û Sune, Îraq kire goma xwînê. Lê gelê kurdistanê bi hev re jiyana olî û netewî ya xwe parast û hewl da rewşa Îraqê jî baştir bibe. Lê zêdebarê hewla aliyên kurdistanî, ev rewşe berdewam û xiraptir bû û di encam de DAIŞ çê bû û gelê Kurdistanê bûye qurbaniyê komkujî yên ve grûpê, ku ji ber xirapiya desthiladariya Îraqê dirust bibû.
Derbarê hewlên ji bo azad kirina revandiyên Êzidî jî amaje bi vê yekê da ki Nivîsîngeha taybetî ya Serokwezîr piştî karesata Şengalî bi çelengî kar kiriye ji bi azad kirna pitir ji sê hezar dayik û xuşk û bira yên Êzidî ku ji aliyê grupa terorîstiya DAIŞê hatibûn revandin. Ji koma 6417 revandiyan, 3092 kes hatine rizgar kirin. Bo vê yekê ji spasiya tîma Nivîsîngeha rizgar kirina Êzidî yên revandî, dezgehên asayişê li parêzgehên Duhok û Hewlêrê û Wezareta kar û Civakê kir ku şew û roj kar kirin ji bona rizgar kirina revandî yên bin destê DAIŞê.
Serokwezîr derbarê rizgar kirina Şengalî jî got Hêzên Pêşmerge bi fermana Serok Mesûd Barzanî Şengal azad kirin û bûye destpêka sikandina DAIŞê li hemû Îraqê. Serok Barzanî li hember Şengal û xuşk û bira yên Êzidî gelek xembar bibû. Lewma herdem di xema azad kirina Şengalê de bû û kar jê re kir û bi xwe pilana rizgar kirina wê berhev kir u heya dawiyê jî bi xwe serperestiya operasiyona rizgar kirina Şengalê kir û mujde ya rizgar kirina wê jî ragihand.
Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser rewşa koçberan û got li Parêzgeha Duhokê gelek kamp ji bo koçberan hatin çê kirin û hijmara koçberan ji hijmara akincî yên wê zêdetir bû, lê bi germî hembêza xwe ji bo xuşk û bira yên Êzidî vekir. Her ji ber vê yekê spasiya xelkê Duhokê kir ku malên xwe û cihên giştî û xwendingeh û mizgeft ji bo wan vekirin.
Derbarê qeyrna darayî jî amaje bi vê yekê da ku ji ber şerê DAIŞê û qut kirina pişka darayî ya Herêma Kurdistan ji aliyê Bexdayê bi awayekê na destûrî û bargiranî ya hijmareka zêdeya koçberên Îraqî û daketina buhayê petrolê qeyran drust bû. Lê abûriya Herêma Kurdistanê careka din di vejandinê de ye û hikûmet hewlê dide gavên baştir ji bo baştir kirina xizmetkariyna û pêş xistan abûrî li deverên bi piranî Êzidî bihavêje.
Li dawiyê jî dazwaz ji gelê Kurdistanê kir bi hemû hizrên olî, netwî û siyasî bi kiryar û peyv hez û piştîvanî ya xwe ji bo xuşk û bira yên Êzidî nîşan bidin ku dil şikistiya civaka êzidiyan bi hez û peyvê rast û bi kiryar û bi dabîn kirina xizmetkariyan baş dibe.
