Fermandeyên artêşa Iraqê bombe û mînên DAIŞê firotine PKKê!
Malpera iraqî ya bi navê “El Erebî Cedîd” eşkere kiriye ku çend rojên borî, komek efser û fermandeyên artêşa Iraqê bi bihayê 50 hezar dolar bombe û mînên DAIŞê firotine çekdarên PKKê.
Wê malpera Iraqî daye zanîn ku efserekî Pêşmerge yê YNKê navbeynkariya çekdarên PKKê û fermandeyên artêşa Iraqê kiriye.
Ew bombe û mînên ku fermandeyên artêşa Iraqê firotine PKKê, yên DAIŞê bûne û li Mûsilê hatine derxistin.
Tê gotin ku DAIŞê 36 ton bombe û mîn li Mûsilê daniye.
Basnews
