• Friday, 20 February 2026
logo

Emîndarê komkara Erebî nameyek li dor Referandomê ji Mes’ûd Barzanî re şand

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
Emîndarê komkara Erebî nameyek li dor Referandomê ji Mes’ûd Barzanî re şand
Emîndarê giştî ê komkara Erebî radigehîne; Referandoma serxwebûna Kurdistanê di berjewendîya gelê Îraqê da nabe û xwast, dubare pêdaçûn ji bo wê biryarê bê kirin.
Ehmed Ebo El Xeyt, nameyek ji Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê re şand û têda xwast, pêdaçûn di biryara Referandomê da bê kirin ku bi gotina wî, di berjewendîya Îraqê û Herêma Kurdistanê da nabe û dê rewşê aloz bike.
Emîndarê komkara Erebî diyarkir Referandom dê karîgerîyeka nerênî ji bo gelê Îraqê jiblî Kurdan dirust bike.
Li gor rojnameya şerq el ewset: Ebo El Xeyt bi pêdivî zanîye Referandom bi hemahengî û rêkkeftin di gel Bexda be û dupatî jî li ser helwesta komkarê ji bo parastina yek parçeyî û yekgirtina axa Îraqê kirîye.

Waar.tv
Top