• Friday, 20 February 2026
logo

3 sal bi ser Komkujiya Şingalê re derbas bûn

Gulan Media August 3, 2017 Nûçe
3 sal bi ser Komkujiya Şingalê re derbas bûn
Îro sêyemîn salvegera êrişa DAIŞê ya bi ser Şingalê ye ku di wê êrişê de bi hezaran kurdên êzidî hatin kuştin û DAIŞê bi hezaran jî dîl girtin.

Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êriş kir ser Şingalê û bi hezaran keç, jin û zarokên kurdên êzidî kuştin û dîl girtin. Heta niha jî zêdetirî 3 hezar kes nehatine rizgarkirin.



Îro li deverên Şingalê weke Şerfedîn û kampa awareyên kurdên êzidî, merasîma bîranîna salvegera êrişa DAIŞê tê lidarxistin.

Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand, ku ji 6 hezar û 400 kurdên êzidî ku hatine revandin, heta niha 3 hezar û 50 kes ji destê DAIŞê rizgar bûne, lê 3367 kurdên êzidî ku piraniya wan keç û zarok in di destê DAIŞê de ne.



Lêkolîner Dawud Murad ku li ser kurdên êzidî lêkolînan dike, nêzîkî 7 hezar nav û navnîşanên kurdên êzidî tomar kiriye. Li gel dîroka jidayîkbûn û cihê niştecihiyê, agahiyên li ser kuştin û rizgarkirinê jî tomar kirine.

Çend datayên li ser kurdên êzidî ji destpêka şerê DAIŞê heta niha wisa ye:

45 gorên komî hatine dîtin

68 tirbe ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin

380 hezar kes aware bûne

100 hezar kes çûne derveyî Kurdistanê

427 zarok bê dayîk mane

365 zarok dê û bavên xwe winda kirine

220 zarok di destê DAIŞê de ne

Windahiyên li deverên cuda yên Şingal û Neynewayê

Gundê Koço

396 şehîd

180 kes hatine revandin û winda bûne

628 kes hatine rizgarkirin

Şingal û derdora wê

109 şehîd

201 kes hatine revandin û winda bûne

527 kes hatine rizgarkirin

Til Qesab û derdora wê

184 şehîd

164 kes hatine revandin û winda bûne

425 kes hatine rizgarkirin

Gundê Herdan û derdora wê

71 şehîd

269 kes hatine revandin û winda bûne

197 kes hatine rizgarkirin

Devera Cezîrê

301 şehîd

112 kes hatine revandin û winda bûne

125 kes hatine rizgarkirin

Til Benat û derdora wê

68 şehîd

268 kes hatine revandin û winda bûne

174 kes hatine rizgarkirin

Xanesor û derdora wê

41 şehîd

123 kes hatine revandin û winda bûne

115 kes hatine rizgarkirin

Girzerk û derdora wê

91 şehîd

96 kes hatine revandin û winda bûne

79 kes hatine rizgarkirin

Giştgir

1 kes hatiye revandin an winda bûye

229 kes hatine rizgarkirin

Gundê Nesiriye

7 şehîd

196 kes hatine rizgarkirin

Qadisiye û derdora wê

11 şehîd

17 kes hatine revandin û winda bûne

115 kes hatine rizgarkirin

Dugur û derdora wê

21 şehîd

52 kes hatine revandin û winda bûne

65 kes hatine rizgarkirin

Endelus û derdora wê

12 şehîd

32 kes hatine revandin û winda bûne

79 kes hatine rizgarkirin

Gundê Rojavayê Rimbûsî
4 şehîd

38 kes hatine revandin û winda bûne

39 kes hatine rizgarkirin

Nahiyeya Sinûne

19 şehîd

13 kes hatine revandin û winda bûne

44 kes hatine rizgarkirin

Zorava

34 şehîd

3 kes hatine revandin û winda bûne

38 kes hatine rizgarkirin

Gundê Xatimiye

6 kes hatine revandin û winda bûne

41 kes hatine rizgarkirin

Gundê Yermûk

23 şehîd

17 kes hatine revandin û winda bûne

1 kes hatiye rizgarkirin

Ji Misilman û Mesîhiyan

21 şehîd

6 kes hatine revandin û winda bûne

4 kes hatine rizgarkirin

Bi tevahî:

1543 şehîd

1947 kes hatine revandin û winda bûne

3446 kes hatine rizgarkirin

Rudaw
Top