Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê bi giştî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de nirxandin.
Her li vê hevdîtinê de Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî behsa wê raporê kir, ku di derbarê Iraqê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa ser bi Neteweyên Yekgirtî kir û Serok Barzanî ji naveroka raporê agahdar kir.
Rewşa siyasiya navçeyê jî mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî bû.
