• Friday, 20 February 2026
logo

Li Sine girtiyek siyasî yê kurd hat darve kirin!

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Li Sine girtiyek siyasî yê kurd hat darve kirin!
Li gor nûçeya malpera taybet a mafê mirov a rojhilatê Kurdistanê, îro li girtîxaneya Sine girtiyek siyasî yê kurd ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hate darve kirin.

Malpera mafê mirov Hengaw vê derbarê de belav kir, îro 02.08.2017ê cezayê darve kirinê yê girtiyê siyasî yê kurd ê bi navê Murteza Rehmanî li girtîxaneya navendî ya bajarê Sinê birêve çû.

Ew girtiyê kurd du roj berî naha biribûn odeya takekesî ya girtîxaneya navendî ya Sine.

Murteza Rehmanî xelkê gundê Tîleko ya ser bi Kamyaran e û sala 2011ê hatibû girtin û piştre zivistana 2013ê de bi tometa endamtî û alîkariya yek ji partiyên kurd ên dijberê Îranê û herwaha kuştina du endamên sipaha pasdaran ve hukmê sê car darve kirinê jê re hatibû dayîn.

Ew hukmê darve kirinê îro ji aliyê dadgeha şoreşê ya bajarê Sine ve hate pêkanîn.

Basnews
Top