Sûriyê rêya Efrîn-Helebê daxist
Çavkaniyeke taybet ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got, ku ji duh sibehê ve hêzên hikûmeta Sûriyê rêya di navbera her du bajarên Efrînê û Helebê de qut kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, rêya navbera Efrîn û Helebê li rêbenda nêzîk gundê Mêremînê hatiye girtin û êdî tevgera çûn û hatina sivîlan bi tevahî rawestiyaye.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re diyar kir, ku behsa sedemên cudacuda tê kirin, lê heta niha hikûmeta Sûriyê bi fermî sedemên qutkirina rê aşkere nekirine.
Piştî ku hêzên YPGê devera Şehbayê ji destê çekdarên dijbereya Sûriyê derxistibûn û hêzên hikûmeta Sûriyê dorpêça li ser Nibul û Zehra şikandibûn, rêya di navbera Heleb û Efrînê de hatibû vekirin.
Rudaw
