Serokkomarê Iraqê: Giştpirsî nayê wateya serxwebûnê
Li gorî daxuyaniya malpera Serokatiya Komar a Iraqê, Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di civîna li gel serokên şandên dîplomasî li Iraqê, derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ragihandiye: “Giştpirsî wateya serxwebûnê nîne û pêwîstî bi rêkeftinê heye.”
Mehsûm tekez kiriye ku divê diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê berdewambibe.
Serokomarê Iraqê gotiye: “Ji bilî diyalogê çi rîyeke din nîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan û divê li destûra Iraqê vegerin heya nerîneke hevbeş ji bo çareserkirina kirîzan bibînin.”
Mehsûm herwiha bal kişandiye ser pêwîstiya cîbcîkirina madeya 140 û ew madeyên din ku taybet in bi nakokiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê.
Rudaw
