• Friday, 20 February 2026
logo

Almanya dest bi tevgerê li dijî Tirkiye kir!

Gulan Media August 2, 2017 Nûçe
Almanya dest bi tevgerê li dijî Tirkiye kir!
Aloziyên di navbeyna Almanya û Tirkiye de gihiştin astek bilindtir. Ligor Reuters desthilata Almanya nameyek ji Berpirsiyara Yekîtiya Ewrûpa ya pêwendiyên derve û siyaseta ewleyiyê Federica Mogherini, endamê berpirsiyar ê berferehkirina Yekîtiya Ewrûpa Johannes Hahn û birêvebirên din ên Yekîtiya Ewrûpa re rêkiriye û daxwaza kiriye ku, di pêvajoya amadekirina endametiya Tirkiye de, alîkariyên aborî ji bo Enqereyê bûn birîn.

Herweha tê çaverêkirin ku, Almanya ji Yekîtiya Ewrûpa bixwaze, di pêvajoya modernizasyona yekîtiya gumrikê de jî têkiliyên bi Tirkiye re bên rawestandin.

Di nameya Almanya de tê xwestin, Yekîtiya Ewrûpa fişara aborî deyne ser Tirkiye û daxwaza rêzgirtina huquqê ji Tirkiye bike.

K24
Top