Îranê giliyê Amerika li NY kir
Îran ligel welatên 5+1 digel wan de Amerika, rêkeftina atomî ku dorpêçên liser kêm dike di sala 2015an de imzê kiribû. Lê hîn di dema prosesa hilbijartinan de Serokê Amerika Trump ev rîkeftin bi xerabtirîn rêkeftina Amerika ya dîrokê binav kiribû û bi meha berê bi egera ku mûçekên balistik biberhem tine, daxwaza dorpêçên nû liser Îranê anîbû ziman.
Îran jî, ji Neteweyên Yekgirtî re diyar dike ku, ev dorpêç ne qanunî ne.
K24
