Ji ber Ala Kurdistanê dane dadgehê lê parê wî nîne parêzer bigre
Roja 28ê Adara 2017ê, Civata Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiya civatê da.
Endamên ereb û tirkmen ew dane dadgehê
Dawiya meha Gulanê jî çend endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê yên ereb û tirkmen, bi hinceta ku Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî bi awayekî tek alî biryara hildana Ala Kurdistanê daye, li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekirin. Dadgehê jî dest bi pêvajoya yasayî ya li dijî Rêbiwar Talebanî kir.
Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî dibêje: “hemû aliyên Kerkûkê û nîştecihên bajêr jî piştgiriyê didin me. Hemû hewldanên me ew in ku di vê dadgehê de em bibin. Lê ev mijar bi qasî ku mijareke destûrî û yasayî ye, ew hinde jî mijareke siyasî ye.”
Talebanî rexne li fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê digre û diyar dike, divêya fraksiyonan daxwaza şandina şareza û pisporan bikira da ku di vê doze de piştgiriyê bidin wan.
Herwiha dide zanîn, ku wan nivîsînên fermî pêşkeşî Serokomariya Iraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê kirine da ku ew jî çavdêriya vê pêvajoyê bikin, da ku ji dosyaya dadgehkirinê hayidar bin.
Dadgeh hatiye paşxistin
Roja dadgehkirina Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî û endamên din ên civatê ji bo piştî meha Tebaxê hate paşxistin. Rêbiwar Talebanî û endamên din ên civatê bi rijd in ku herin pêşberî dadgehê.
Rêbiwar Talebanî dibêje: “Eger em di vê doze de serbikevin, dê xelkê Kerkûkê bi coş û xiroşekî mezin beşdarî pêvajoya giştpirsiyê bibin.”
“Lê eger dadgeh berovajî biryar da?” Rêbiwar Talebanî dibêje li Kerkûkê ti kes nikare bi devê xwe biryara daxistina Ala Kurdistanê bide. Lewma dibêje: “Ma kî diwêre tiştekî wiha bike?”
Ji aliyê din ve, Serokê Partiya Tirkmenelî Riyaz Sarikahya got: “Li ser Parêzgar û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê gelek giliyên me hene. Ev kartekî guvaşê bû li ser me. Em dixwazin li kêleka Ala Kurdistanê ala me jî were bilindkirin. Piştguhxistina tirkmenan ti sûdê nagihîne kurdan û Kerkûkê.”
Fraksiyonên tirkmenan ji 6 partî û nûnerekê serbixwe pêk tê. 9 endamên wan di Civata Parêzgeha Kerkûkê de cîh digrin. 5 endamên tirkmen ên ser bi partiya Bereya Tirkmen û Partiya Gelan, li dijî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê û endamên civatê gilî tomarkirin. Lê 4 endamên din ên tirkmen ev gilîname îmze nekirin.
Parêzer 50 hezar dolar xwest
Endamê Fraksiyona Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder diyar kir, hemû fraksiyonên kurdî li ser vê doze piştgirî didin Civata Parêzgeha Kerkûkê.
Heyder daxuyand: “Em li hêviya biryara dadgehê ne. Weke rêzgirtina pêvajoya yasayî û destûr û dadgehê, em naxwazin beriya biryarê deswerdana nav karên yasayî bikin.”
Rêbwar Talebanî da zanîn, ku endamên tirkmen ên civata parêzgehê ji bow î bidin dadgehê 3 parêzer girtine û bi giştî jî 150 hezar dolar dane wan parêzeran.
Talebanî got: “Me parêzerek zîrek girt da ku di vê doze de parêzvaniya e bike lê wî daxwaza 50 hezar dolaran ji me kir. Lê ev pare li gel me nebû ku em wî erkdar bikin.”
Endamê Fraksiyona Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder jî li ser vê yekê giliya RÊbiwar Talebanî dike û dibêje: “Ji me re negot da ku em jê re parêzer bigrin.”
Al nayê xwarê
Bi nêrîna berpirsên Kerkûkê, pirsgirêk û kêşeya Kerkûkê ji bilindkirina alê derbaskiriye. Ji ber ku niha êdî kurd xwe ji bo dozeke mezintir, ji bo giştpirsiyê amade dikin.
Endamê PDKê yê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal jî li ser vê mijarê got: “Gilî li dijî hemû endamên dengdane yên Civata Parêzgeha Kerkûkê hatiye tomarkirin. Ji ber ku me bi hevre biryar da. Lê biryara dadgehê çi dibe bila bibe, ti hêzek nikare wê alê ji wir bîne xwarê!”
Rudaw
