• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behadîn civiyan

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Selahedîn Behadîn civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behadîn re hevdîtin pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî ku hevdem Cîgirê Seorkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) jî ye, îro tevî şandeke PDKê serdana baregeha navendî ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê, Selahedîn Behadîn ve hat pêşwazîkirin.

Piştre her du alî bi hev re civiyan, ku zêdetir ji demjimêrekê dom kir.

Endamê Serkirdatiya PDKê, Dilşad Şehab derbarê vê civînê de ji Rûdawê re ragihand: “Di civîa îro de pêwendiya navbera her du partiyan hat nirxandin û herwiha behsa aktîvkirina bê merc a Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin.”

Dilşad Şehab derbarê egera mercê Tevgera Goranê bo aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê de jî got: “Em li benda civîna bi Goranê re ne û em li benda bersivawan in, ji bo diyarkirina roja civînê. Em serederiyê li gel egeran nakin.”

Rudaw
Top