• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amedê teqîn: kuştî û birîndar hene

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Li Amedê teqîn: kuştî û birîndar hene
Li bejahiya gundê Xosor a navçeya Lîce ya Amedê, di dema derbasbûna karwana leşkerî de bombeyek vedayî teqiya û di encamê de yek ji efser, 2 leşkeran canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, li nêzîkî mezraya Dewaxey a gundê Xosor a Lîceyê, di dema operasyona leşkerî de bombeyeke vedayî di otomobîlekî de teqiya.

Hate gotin, ku di encama teqînê de yek ji efser, 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dan û hejmareke leşkeran jî birîndar bûn.

Birîndar bi helîkopteran rakirine nexweşxaneyên herêmê. Herwiha li herêmê operasyon hate berfirehkirin.

Rudaw
Top