Parlamentera HDPê ya Êlihê piştî binçavkirinê serbest hat berdan
Parlamentera HDPê Başaran îro li balafirxaneya Êlihê li ser biryara dadgehê bi tohmeta ku neçûye îfadeyê hate desteserkirin. Başaran ji bo îfadeyê birin Edliyeya Êlihê.
Parlamentera HDPê ya Êlihê Saadet Becerikli jî di 28ê Tîrmehê de bi biryara Serdozgeriya Komarî yê Êlihê hatibû binçavkirin. Becerikli piştî îfade dayînê serbest hatibû berdan.
Ayşe Acar Başar piştî îfadedayîna Serdozgeriya Komarî ya Êlihê serbest hat berdan.
