• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamenterekî Îranê li ser referandumê ji Barzanî re name şand

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Parlamenterekî Îranê li ser referandumê ji Barzanî re name şand
Parlamenterekî Îranê yê nûneratiya her du bajarên Îslam Ava ya Rojava û Dalaho yên Rojhilatê Kurdistanê dike, di nameyekê de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz dike, ku biryara sazdana referanduma serxwebûnê, paş bixe.

Hişmetullah Felahetpîşe ku di aprlamentoya Îranê de nûnerê bajarên Îslam Ava ya Rojava û Dalaho yên ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve ye, di nameya xwe ya bo Barzanî de dibêje: “Şikesta DAIŞê li Iraqê dawiyê wê pîlanê nîne, ku hinek ji welatên erebî û Îsraîlê bo têkdana rewşa ewlehiya Iraqê û welatên din danîne.”

Felahetpîşe biryardan li ser sazdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi pîlana Îsraîl û welatên ereb ên paşketî û şerxwazên Amerîkayê bi nav dike û îdia dike, ku ew alî naxwazin ewlehî li devera îslamî hebe.

Ew parlamenterê Kurd ê ser bi hikûmeta Komara Îslamiya Îranê herwiha dibêje, bangewaza serxwebûnê li welatekî ku tûşî krîzê bibe, tenê ne ewlehiyê û şerê navxweyî bi xwe re tîne.

Hişmetullah Felahetpîşe di beşeke din a vê nameya xwe de tekez dike, ku ji ber biryara referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, bêna xwînê tê û daxwaz li Serokê Herêma Kurdistanê dike, ku wê referandumê paş bixe.

Felahetpîşe destnîşan dike, ku hêj Herêma Kurdistanê bi temamî ji pîlana DAIŞê rizgar nebûye û dibêje, ew welatê birîndar û zolmlêkirî, piştî wan hemû aloziyan pêwîstî bi aramiyê heye û daxwaz ji Barzanî dike, ku têkildarî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê,bi hestyarî û xweparêziyeke zêdetir tevbigere.

Di dawiya nameya xwe de, ew parlamenterê Kurd ê ser bi hikûmeta Îranê ve daxwaza bihêzkirina hikûmeta navendî ya Iraqê û mana kurdan di çarçoveya welatên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê dike.

Wî parlamenterî herwiha sivikatî bi milletê Kurd û maf û daxwaziyê wê kiriye û dibêje: “Ez daxwaz dikim, ku werin bila em li Iraqê û Îran û Sûriye û Tirkiyeyê, zêdebarî parastina ruhê niştimanperweriya xwe, her weke dareke qahîm weke perjîneke (dîwareke) bihêz a cografiya welatên xwe bimînin û weke şaxe û bergên darê nebin, ku bi her bayeke sivik bihejin û biverin an weke neteweke qerec a bê mal û hal bin, ku ji hev belavbûna wan armanca hertimî ya dijminan e.”

Rudaw
Top