• Friday, 20 February 2026
logo

Şervanên HSDê li Reqayê 39 çekdarên DAIŞê kuştin

Gulan Media August 1, 2017 Nûçe
Şervanên HSDê li Reqayê 39 çekdarên DAIŞê kuştin
Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê bi hemû hêza xwe didome û şervanan herêma Ewlekariya Siyasî ya bajêr kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî şervanên HSDê herêma Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik, ku aliyê başûr ê Reqayê ye kontrol kirin.

Hate gotin, ku di şer û pevçûnên kontrolkirina herêma Ewlekariya Siyasî de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, otombîleke bomebarkirî hat rûxandin. Herwiha gelek çek û cebilxane ketin destê hêzên HSDê.

Li derdora Baxçeyê El-Bîstan a li taxa Hîşam Ebdulmelk şer didome.

Herwiha li taxa Reqa ya Kevin, şer li aliyê başûr ê Mizgefta El-Etîq derket. Di encama şerê li wê herêmê de jî 8 çekdarên daiş`ê û li taxa El-Rewda ya aliyê bakur rojhilatê bajar jî 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û otombîleke bombebarkirî hat rûxandin.

Li gorî heman çavkaniyan, di encama pêşveçûyînên hêzên HSD`ê li taxa Nezli Şehadê ya aliyê başûrê Reqayê de yek jê xwekuj, 7 çekdar û li taxa El-Berîd a bakur rojavayê bajar jî 3 çekdar hatin kuştin.

Rudaw
Top