• Friday, 20 February 2026
logo

ENKS razî nabe PYD wek rêxistineke teroristî bê binavkirin

ENKS razî nabe PYD wek rêxistineke teroristî bê binavkirin
Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û dezgehên ewlehî û leşkerî yên ser bi wê ve bi terrorist binav dike. Li Hemberê jî ENKS red ku PYD wek rêxistineke terorî bê binavkirin û daxwaz ji Îtîlafê kir ku helwesta xwe li hember PYDê biguhêre.

Cîgirê Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê û nûnerê ENKSê di Îtîlafê de Ebdilbast Hemo ji K24ê re ragihand, Îtîlafê bê Desteya Yasayî di daxuyaniyekê de û bêyî ku vegere Desteya Siyasî û Encûmena Serokatiya Îtîlafê PYD û dezgehên ser bi wê ve bi terrorist binav kirin.

Hemo amaje bi wê jî kir, hin kesayetiyên di nava opozîsyona Sûriyê dixwazin kiryarên PYDê bixin kirasekî bo li dijî gelê Kurd bikar bînin.

Hemo tekez kir, tevî nakokiyên siyasî yên di navbera ENKS û PYDê de û kiryarên PYDê yên li dijî gelê Kurd û ENKSê, ji girtina endam û serkirdeyên wê û girtina baregehan, lê PYDê ne berpirsê doza Kurd e.

Hemo got, ENKS naxweze doza Kurd bikeve di nava agirê şofînîzma Erebî û agirê kiryar û ne berpirsayetiya PYDê.

Hemo tekezî li ser helwesta ENKSê ya yekrêziya gelê Kurd kir, ku ew wek ENKS parastina gelê xwe dikin û naxwazin nakokî di navbera Ereb û Kurdan de çê bibe. Herwiha doza Kurd naxin bazara berjewendiyên dewletên herêmî.

K24
Top